Parlamentera Dîlokê ya Partiya Çepên Kesk û endama Desteya Rêveberiyê ya EMEP'ê Sevda Karaca Demîr anî ziman ku hilbijartin di nava manîpulasyon û êrîşan de hate kirin, li gel vê yekê jî Erdogan nekarî bi ser bikeve.
Karaca Demîr pêvajoya hilbijartinê nirxand û got, "Piştî pêvajoyeke zehmet a hilbijartinê, bi neheqî û binpêkirina îradeya gel, tabloyeke nû ya meclîsê ava bû."
Demîr diyar kir ku ji bo tunekirina destketiyên jinan, mafên demokratîk û azadiya siyasî desthilatdarî wê bi hemû hêza xwe êrîş bike û wiha dewam kir, "Bernameya wan a êrîşê hebe, ya me jî danheviya têkoşînê ya bi salan heye. Şert û merc çi dibin bila bibin em ê xwe ji têkoşîna ji bo jiyan û mafê xwe venegirin."
Sevda Karaca Demîr ragihand ku parlament yek ji çeperên têkoşînê ye û destnîşan kir ku divê têkoşîn hîn bêhtir bê xurtkirin. Sevda Karaca Demîr got, "Ya esasî ew e ku jinan bi rengekî berfireh bigihînin hev, di perspektîfa têkoşîna yekbûyî û rêxistiniya li kolanan de israr bikin. Bi rêxistiniyeke ku jinan hîn bêhtir li hev kom dike û derfetên têkoşîna bi hev re zêde dike, divê em amûrên têkoşînê zêde bikin, meclîsê jî bikin yek ji parçeyên van amûran. Divê em li her qada jiyanê xwedî li maf, wekhevî, laîktî, azadiyê derkevin, vê hêzê li meclîsê jî nîşan bidin."
28'Ê GULANÊ MÎNA REFERANDÛMÊ YE
Sevda Karaca Demîr diyar kir ku tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên 28'ê Gulanê mîna referandûmê girîng e û ji bo dengdanê bang kir, "Pêwîstiya me bi wê yekê heye ku li her qadên jiyanê rêyên têkoşînê biafirînin. Ji ber vê yekê em li hemberî Erdogan piştgiriyê didin Kiliçdaroglû. Eger Erdogan bê hilbijartin, Erdogan û hevalbendên wî xwedî bernameyeke giran a êrîşê ye ku wê hewl bidin rê û amûrên têkoşînê yên jin, kedkar û ciwanan ji holê rakin. Li hemberî vê yekê em jî dixwazin jiyanê jinûve qezenç bikin.
Lewma 28'ê Gulanê mîna referandûmê ye. Jin wê bikin ku Kiliçdaroglû bê hilbijartin û dawî li rejîma şexsekî ya Erdogan bê anîn. Bi têkbirina Erdogan em ê rêyên têkoşînê yên civakê biafirînin. Bêguman ji bo mafên xwe, ji bo demokrasî û wekheviyê, ji bo aştî û azadiyê em ê têkoşîna xwe dewam bikin.
Em bang li jina hemûyan dikin ku ji bo têkbirina rêveberiya yek şexsî dengê xwe bidin. Ne tenê dengê xwe bidin, di heman demê de xwedî li dengê xwe derkevin. Lewma divê jin bi wezîfe rabin û heta dawiyê têkoşînê dewam bikin. Em ê vê carê bi ser bikevin."